Îsraîlê Gef dide Hemasê Piştî Wergirtina Parçeyên Cenazeyê Girtiyekî Îsraîlî

Çapemeniya Îsraîlê roja Sêşemê eşkere kir ku termê ku Îsraîlê bi rêya Xaça Sor ji Devera Geza wergirtiye, di rastiyê de parçeyên termê girtiyekî Îsraîlî ye ku berê wergirtibû.
Kanala 12 a Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu dê piştî wergirtina termê şêwirmendiyên ewlehiyê yên awarte li dar bixe da ku bersivek gengaz a ji bo Hemasê nîqaş bike.
Hemaê roja Duşemê êvarê termê girtiyekî Îsraîlî radestî Xaça Sor a Navneteweyî kir, ku ew di hundirê Devera Geza de radestî artêşa Îsraîlê kir. Piştre ji bo nasnameyê ew ji Enstîtuya Bijşka Dadwerî ya li Ebû Kebîr re hat veguheztin.
Li gorî çavkaniyên Îsraîlê, termê 13 girtiyên Îsraîlî di hundirê Devera Geza de dimînin, di heman demê de lêgerînên berdewam ên li Refah û Xan Yûnisê ti encamek nû nedane.
Berevajî vê, Xelîl el-Heya, cîgirê serokê ofîsa siyasî ya Hemasê li Geza, got ku tevger dê di demek nêzîk de li deverên nû dest bi lêgerînan bike, û tekez kir ku ew pabend e ku vê pirsgirêka mirovî bi awayekî çareser bike ku berjewendiyên gelê Filistînê biparêze û têgihîştinên heyî bi navbeynkaran re biparêze.



