Li gorî rayedarekî Amerîkî, Hemas pabendbûna xwe bi agirbestê piştrast dike

Rayedarekî payebilind ê Amerîkî îro got ku Hemasê îşaretên ku pabendbûna xwe bi peymana agirbestê ya heyî li Geza piştrast dikin şandine.

Rayedar zêde kir ku ev Îşaret beşek ji hewldanên berdewam in, ji bo xurtkirina agirbestê û pêşîgirtina li aloziyeke nû li herêmê, bê ku hûrguliyên din li ser cewhera van peyaman an aliyên ku ew wergirtine eşkere bike.

Civaka navneteweyî rewşê ji nêz ve dişopîne, bi hêviya ku pabendbûna berdewam ji hemî aliyan dê rê li ber danûstandinên berfirehtir veke, bi armanca çareseriyek demdirêj.

Mijarên Girêdayi

Back to top button