Bexdad Navbeynkariyê Di Navbera Şam û QSDê De Dest Pê Dike Ji Bo Gotûbêjkirina Pirsgirêkên Petrol û Tevilîbûna Leşkerî

Li gorî çavkaniyên di Encûmena Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê de ji radyoya Monte Carlo ya Fransî re gotine, hikûmeta Iraqê ketiye nav pêvajoya navbeynkariyê di navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, ji bo ku nakokiyên li ser mijarên hesas, bi taybetî belavkirina dahatên petrolê û gengaziya tevilîbûna şervanên QSDê di nav artêşa Sûriyê de, çareser bike.
Encûmena Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê û Dezgeha Îstixbarata Iraqê pêşengiya hewldanên navbeynkariyê dikin. Civînên destpêkê di nîvê hefteya borî de li bajarê Silêmaniyê di navbera nûnerên Bexdadê û fermandarên QSDê de hatin lidarxistin, piştre civînên hevbeş bi rayedarên Wezareta Parastinê û Dezgeha Îstixbarata Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re hatin lidarxistin.
Navbeynkarî li ser du rêyên sereke disekine:
Ya yekem li ser tevilîbûna şervanên QSDê di nav artêşa hikûmeta veguhêz a Sûriyê de ye, bi karanîna ezmûna berê ya Iraqê di tevilîbûna hêzên Kurdî de,
û ya duyemîn li ser rêveberî û belavkirina dahatên petrolê li bakurê rojhilatê Sûriyê ye.
Ev gava Iraqê di demekê de tê ku Serokwezîr Mihemed Şîa’ El-Sudanî hewl dide ku peymana xwe ya dawî bi Herêma Kurdistanê re di derbarê kontrolkirina dahatên petrolê de wekî modelek ku dikare li Sûriyê were sepandin bikar bîne. Bexdad her wiha piştî paşxistina Konferansa Bexdadê III hewl dide ku rola xwe ya herêmî vegerîne.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê dibîne ku aramiya Sûriyê hêmaneke girîng e, di parastina ewlehiya Iraqê de, di heman demê de hikûmet bawer dike ku navbeynkariya serketî dikare deriyê bidawîanîna hebûna leşkerî ya Amerîkî li Sûriye û Iraqê veke.
Di pêşveçûnek têkildar de, serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyê, Ehmed El-Şer’i dawiya Tebaxê de li Şamê serokê Dezgeha Îstîxbarata Iraqê, Hemîd El-Şetrî, pêşwazî kir. Şetrî peyamek ji serokwezîr Sûdanî ragihand, ku behsa pêşxistina têkiliyên dualî û hevkariya ewlehî û aborî ya di navbera her du welatan de dike.



