El-Şeybanî: Em rola baregehên Rûsî li Tartûs û Hmêmîm ji nû ve dinirxînin

Wezîrê Derve yê Sûriyê di hikûmeta veguhêz de, Esed El-Şeybanî, got ku hikûmeta Sûriyê rola niha ya hêzên Rûsî li welêt, bi taybetî li baregehên Hmêmîm û Tartûsê, ji nû ve dinirxîne, û tekez kir ku qonaxa nû ji bo xizmetkirina berjewendiyên gelê Sûriyê “nûsazkirina” têkiliyan bi Moskowê re hewce dike.
Di hevpeyvînekê de bi Kanala Nûçeyan a Sûrî re roja Şemiyê êvarê, El-Şeybanî pirsî, “Rola baregehên Rûsî niha li Sûriyê çi ye?” Wî eşkere kir ku di 6ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, bi fermana serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyê, Ehmed El-Şer’i, bi aliyê Rûsî re, du roj berî hilweşîna rejîma Beşar Esed, civînek pêk anî. Armanca civînê bêbandorkirina hêzên Rûsî ji şerên wê demê ji bo hilweşandina rejîma berê dihatin kirin, bû.
El-Şeybanî rave kir ku şanda danûstandinên Sûriyê di wê demê de Rûsan agahdar kiriye ku tiştê ku diqewime guhertina rejîmê ye, ne hevpeymaniyên navneteweyî ne, û tekez kir ku peymanên ku bi berjewendiyên gelê Sûriyê re ne nakok in dê di cîh de bimînin. Wî zêde kir, “zanîna her serkeftinê di rêvebirina guhertinê bi awayekî aqilane de ye , û berjewendiyên neteweyî biparêze bê ku zirarê bide welêt .”
Wezîr piştrast kir ku Şam niha nirxandinek berfireh a hemî peymanên ku di dema rejîma berê de bi Rûsya re hatine îmzekirin, dike, û rave kir ku “hîn peymanên nû nehatine îmzekirin, û niha di navbera her du welatan de ti peyman di meriyetê de nînin.”
El-Şeybanî destnîşan kir ku baregehên Rûsya yên li Sûriyê niha mijara danûstandinan û ji nû ve nirxandina rola wan e, û destnîşan kir ku hêzên Rûsya bicihbûna xwe li baregehên Hmêmim û Tartusê kêm kirine. Wî got, “Hebûna heyî dikare wekî rawestandin were hesibandin, û heke ew bimîne, pêwîste cewherê wê were destnîşankirin.”
Wî zêde kir ku ev mijar di hevdîtinên çend roj berê yên di navbera serokê hikûmeta veguhêz Ehmed El-Şer’i û Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn de li Moskowê hatine nîqaşkirin, ku di hevdîtinan de behsa pêşeroja hevkariya leşkerî û aborî ya di navbera her du welatan de jî hatiye kirin.
Deh roj berê, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov diyar kir ku hêzên welatê wî dê li Sûriyê nemînin ger serokatiya veguhêz a Sûriyê red bike, û tekez kir ku Moskow “rêz li serwerî û biryarên Şamê digire”.
Hêjayî gotinê ye ku Şer’i di 15ê Cotmehê de ji bo serdaneke xebatê ,rojekî serdana Moskowê kir, di dema wê de wî hevdîtineke dirêj bi Serok Pûtîn re kir ku du saet û nîvan dom kir. Wî daxwaza hikûmeta xwe ya ji nû ve organîzekirina têkiliyên bi Rûsya re anî ziman û daxwaza radestkirina Beşar Esed û hejmarek berpirsên berê yên rejîma Şamê ji bo dadwerkirinê kir.



