Wezareta Karên Hundir A Sûriyê: Girtina Kesên Tewanbar, Hewldanên Têkbirina Ewlehiyê Hatin Pûçkirin

Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyê Enes Xetab girtina sûcdaran Nûmêr el-Esed û Qusey Wecîh Îbrahîm, fermandarê berê yê Lîwaya Çiyayî, bi tohmeta beşdarbûna di hewldanên têkbirina aramiya beravên Sûriyê de ragihand.

Wezîr rave kir ku hişyariya endamên Wezaretê,  bû sedema têkbirina planên provokatîf bû ku bi belavokên tirsnak dest pê kirin û veguherî karanîna çekan ji bo belavkirina tires li herêmê.

Xetab tekez kir ku ewlehiya neteweyî xeta sor e, pesnê profesyonelîzma dezgehên Wezaretê di çavdêrî û şopandinê de da.

Her wiha wî destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê kesên ku di kuştina ciwan Muwafaq Harûn de li gundewarê Şamê beşdar bûne girtin, û rave kir ku lêpirsîn hîn jî berdewam dikin da ku hemî rewşên dozê werin eşkerekirin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button