Diyaloga Nerasterast a Sûrî-Îsraîlî li Neteweyên Yekbûyî

Serok Hukumeta Veguhêz A Sûriyê Ehmed El-Şer’i li Mîsyona Sûriyê ya li Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, di çarçoveya 80emîn civîna Civata Giştî de, bi Ronald Lauder, Serokê Kongreya Cihûyan a Cîhanê re civiya.
Lauder hevdîtin wekî “pir erênî” bi nav kir û rave kir ku nîqaş li ser mijara normalîzekirina têkiliyên di navbera Sûriyê û Îsraîlê de bû.
Lauder, ku bi eslê xwe Sûrî ye, berê di salên 1990î de beşdarî danûstandinên nerasterast ên di navbera Şam û Til Avîvê de bû û redkirina xwe ya berfirehbûna Îsraîlê li Bilindahiyên Colanê anî ziman.
Li gorî çavdêran, ev civîn destpêka hewldanên dîplomatîk ên pêşîn di nav aloziyên herêmî yên heyî de nîşan dide.



