Îran balyozên xwe yên li London, Parîs û Berlînê ji bo protestokirina ji nû ve sepandina cezayan, vedixwîne

Îranê balyozên xwe yên li Brîtanya, Fransa û Almanya ji bo şêwirmendiyê gazî Tehranê kir da ku ji nû ve sepandina cezayan a NY li dijî wê protesto bike, ev gav wekî “neqanûnî û ne lihevhatî bi peymanên navneteweyî” bi nav kir.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand: “Piştî tevgera bêberpirsiyar a sê welatên Ewropî ji bo ji nû ve aktîvkirina biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY yên betalkirî, balyozên Îranê yên li Almanya, Fransa û Birîtaniya ji bo şêwirmendiyê gazî Tehranê kirin.”

Piştî ku Konseya Ewlehiyê li dijî paşxistina vê gavê deng da, tevî ku Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) vekolînên deverên nuklerî yên Îranê ji nû ve dest pê kir, ji nû ve sepandina cezayan a NY li ser Îranê hema hema misoger bûye.

Di hewleke dawî de, Encûmenê roja Înê li ser projebiryarek Çîn-Rûsya deng da ji bo dirêjkirina peymana nuklerî ya 2015an ji bo şeş mehên din, heta 18ê Nîsana 2026an. Lêbelê, proje bi 9 dengên na, 4 dengên erê û du dengên bêalî hate redkirin.

Nûneriya Brîtanî li NY Barbara Woodward diyar kir ku “sînorkirinên NY yên ku li dijî belavbûna nuklerî ya Îranê ne, dê di dawiya vê hefteyê de ji nû ve werin sepandin,” di heman demê de Baylozê Fransî Jérôme Bonnafont rave kir ku “Îran di redkirina xwe de israr kiriye û ti insiyatîfên berbiçav pêşkêş nekiriye.”

Bi saya dengdanê, Encûmenê Ewlekariyê “mekanîzmaya teltikê” çalak dike da ku ji nû ve sizayan li ser Tehranê ferz bike, û siza dê heta nîvê şevê Şemî-Yekşemê GMT bikevin bicihanînê..

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji nû ve sepandina cezayan wekî “ji hêla qanûnî ve nederbasdar, ji hêla siyasî ve bêhiş û di pêkanînê de xelet” bi nav kir. Wî li ber Konseya Ewlekariyê diyar kir ku Îran “qet teslîmî zextan nabe, lê tenê bi rêzdarî bersivê dide.” Wî zêde kir ku civaka navneteweyî di navbera “zêdekirina aloziyê an dîplomasiyê” de bijarteyek heye.

Berevajî vê, Cîgirê Balyozê Rûsya Dmitry Polyansky ev gav wekî “xapandin, derew û şanoyek bêaqil” bi nav kir, û tekez kir ku Moskow di ji nû ve sepandina cezayan de ti sûd nabîne û nîşan kir ku ew pabendî nabin.

Ev pêşketin li ser pêşeroja peymana nuklerî ya bi navê Plana Çalakiya Hevbeş a Berfireh  ku xalên wê yên bingehîn di Cotmeha 2025-an de diqedin, nakokiyên berfireh derdixe holê.

Mijarên Girêdayi

Back to top button