Protesto li Şamê li ser “cezayê wekheviyê” dibe sedema paşvekişandina Wezareta Perwerdehiyê

Duh, paytext Şam li ber avahiya Wezareta Perwerdehiyê kombûneke protestoyî li dar ket. Bi dehan dayîk û xwendekar ji Lazkiyê, Cebleh û deverên Beravên Sûriyê beşdarî protesto bûn û biryara dayîna sifir di kîmya û matematîkê de ji bo bi sedan xwendekaran di bin navê “cezayê wekheviyê” de red kirin.

Li gorî çavkaniyên Çavdûriya Sûrî Ya Mafên Mirovan, prtestoran israr kirin ku bi Wezîrê Perwerdehiyê re bicivin da ku redkirina xwe ya li hember tiştê ku ew wekî biryarek “neheq” û “ne menteq” bi nav dikin, diyar bikin. Wan destnîşan kir ku ezmûna kîmya otomatîk e, ji ber vê yekê hevahengiya nivîsê di navbera bersivan de ne gengaz e.

Civîn bi qasî sê saetan dom kir, di nav destwerdana karmendên ewlehiyê de ku ji bo belavkirina xwepêşanderan xebitîn û hin telefonan desteser kirin da ku pêşî li belavbûna tomarên vîdyoyî bigirin.

Di dawiya protestoyê de, Wezîrê Perwerdehiyê bi hejmarek dayikan re civiya û betalkirina cezayê “wekheviyê” ragihand. Wî her wiha vegera gav bi gav a pileyan ji xwendekarên bandordar re ragihand, tê texmînkirin ku dora 600 e, û hin ji wan piştî sererastkirinê pileyên bilind bi dest xistine.

Bûyer li Sûreyê bû sedema nîqaşeke berfireh, di nav tewanbariyên li ser bêserûberiyên di pêvajoya nirxandinê de û îşaretên li ser rêbazên mezhebî di encamên ezmûnên amadehiyê yên îsal de.

Mijarên Girêdayi

Back to top button