Îsrayîl Bi Sînordarî Derbasî Gundewarê Qinêtera Dibe, Bê Ku Ti Kes Bigire.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzeke leşkerî ya Îsraîlê roja Çarşemê sibehê ketiye gundê Sayda el-Colan li gundewarê Qinêtra û li gelek malan lêgerîn kiriye.
Li gorî tora “Dar’a 24”, ev hêz, ji şeş erebeyên leşkerî pêk dihat, bêyî ku ti kes bigire, ketine gund û di navbera malan de geriyane. Vîdyoyek jî hate weşandin ku tevgera maşîneyên leşkerî di nav gund de nîşan dide.
Di rojên dawî de, başûrê Sûriyê rastî derbasbûnên dubare yên hêzên Îsraîlê bo ser gundewarên Qinêtra û Derayê hatiye. Berê lêgerîn û girtin hatibûn tomarkirin, lê paşê sûcdar hatin berdan.
Yek ji van bûyeran li gundê Koya yê li herêma Hewza Yermûk a parêzgeha Dera qewimî, ku li wir berî ku hêzên Îsraîlê vekişin baregehên El Cezîre, pevçûnek sînorkirî di navbera hêzên dagirker û komeke çekdar a herêmî de çêbû.



