Serokê Lubnanê: Bi serperştiya Sû’idiyê Rêkeftinên Hevkariya bi Sûriyê re

Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun got ku Lubnan dixwaze bi rêya peymanên hevkariyê yên berfireh xizmeta berjewendiyên herdu welatan bikin, ji rabirdûyê derbas bibe û rûpelek nû bi Sûriyê re veke. Wî rave kir ku danûstandinên bi Şamê re di bin çavdêriya Erebistana Siûdî de têne kirin û balê dikişînin ser organîzekirina vegera penaberan û misogerkirina cîrantiya baş.

Serokatiya Lubnanê ragihand ku Aoun mijarên sereke bi serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyê, Ehmed el-Şer’i, di nav de destnîşankirina sînorên deryayî û rewşa penaber û girtiyên Sûriyê li Lubnanê, û her weha mijarên aborî û ewlehiyê nîqaş kiriye. Li hev kirin ku komîteyên pispor werin avakirin da ku van mijaran bişopînin û aramiya hevbeş zêde bikin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button