Trump: Hemas Berdana Girtiyan Red Dike

Serokê Amerîka Donald Trump îro di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got ku “Hamas red dike ku dîlên xwe berde”, di heman demê de hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina agirbestek li Devera Gza piştrast kir.
Trump zêde kir ku ragihandina pejirandina dewletek Filistînî, bi gotinên wî, “xilatek din ji bo Hamasê” temsîl dike, û girîngiya bidawîanîna şerê li Gaza bi rêya danûstandinan ji bo misogerkirina vegera dîlan û bidestxistina aştiyê tekez kir.
Her wiha serokê Amerîka tekez kir ku bidawîanîna pevçûnê diyalogek ku ewlehî û aramiya herêmê misoger dike, hewce dike, û bang li hemî aliyên têkildar kir ku hevkariyê bikin da ku bigihîjin çareseriyên mayînde.



