Li Herêmên Hukumeta Veguhêz A Sûriyê Bûyerên Kaosê Û Ne Ewlehiyê Zêde bûne

Herêmên di bin kontrola hikûmeta veguhêz de rastî zêdebûnek ji bûyerên ne ewlehiyê û kaosê tên, di nav nekarîna eşkere ya kontrolkirina rewşê, ewlekirina kolanan û pêşîgirtina li belavbûna çekan de.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li kampa penaberan a Neyrab li Helebê ji ber bikaranîna motorsîkletan şer derketiye. Di demeke kurt de şer veguheriye bikaranîna çekên spî, di encamê de çend kes birîndar bûne, di nav berdewamiya aloziyê di navbera niştecihan de.
Di bûyereke din de, li bajarê Atarib li gundewarê rojavayê Helebê, dema ku bombeyek di destê xwe de digirt teqiya, ciwanek hat kuştin, ev yek jî xetereyên hebûna çekan û bermahiyên şer li herêmê nîşan dide.
Li Şamê, di dema xebatên sazkirinê de li taxa Qedem, di nav tora kanalîzasyonê de, termên pênc kesan, di nav wan de zarok jî hebûn, hatin dîtin, ev bûyerek şokker bû ku metersiyên niştecihan li ser zêdebûna sûcên nepenî zêde kir. Bi heman awayî, termên din ên nenaskirî li nêzîkî bîrek gazê li herêma Dbayat li gundewarê rojhilatê Humsê hatin dîtin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan destnîşan dike ku ji destpêka sala 2025an vir ve, di encama gulebaran û teqînên bêserûber ên ji ber karanîna nerast a çekan de, zêdetirî 200 kes hatine kuştin, di nav wan de hejmareke mezin ji zarok û jinan hene. Ev yek lawaziya rewşa ewlehiyê û tirsên zêde yên ji xirabûna aramiyê li deverên ku ji hêla hikûmeta veguhêz ve têne kontrol kirin, nîşan dide.



