Serhildan li El-Bokemal: Xwepêşandan li dijî Gendeli û Xirabbûna Xizmetguzariyê

Îro sibê, li bajarê El-Bokemalê li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, xwepêşandanên mezin, ku bi dehan niştecih beşdar bibûn, li dijî belavbûna gendelî û bijarteya di nav saziyên herêmî de û xirabûna şert û mercên jiyan û xizmetê, hatin lidarxistin.
Xwepêşanderan duruşmeyên ku daxwaza bidawîanîna gendeliya belav û baştirkirina xizmetên bingehîn, bilind kirin û tekez kirin ku rewşa heyî êdî nayê qebûlkirin.
Her wiha xwepêşanderan ji serokê hikûmeta veguhêz, Ehmed el-Şer’i, an nûnerê wî, xwestin ku bi lez û bez serdana herêmê bike, da ku asta êşê bi awayekî rasterast binirxîne û çareseriyên berbiçav ji bo rawestandina xirabûna berdewam pêşkêş bike.
Ev xwepêşandan di demekê de tên ku hêrsa raya giştî li ser rêveberiya nebaş û nebûna zelalî zêde dibe, ku bandorek neyînî li ser xizmetên rojane kiriye û êşa niştecihên El-Bokemalê zêde kiriye.



