Brîtanya hişyarî ji bandora destwerdanên biyanî li nêzîkbûna navxweya Sûriyê dide

Richard Moore, Rêveberê Îstîxbarata Derve ya Brîtanya, bang li hikûmeta veguhêz a li Şamê kir ku ji ezmûnên rêveberiyên herêmî yên ku di salên borî de li Sûriyê hatine damezrandin sûd bigire, û wan tevilî saziyên dewletê bike, dûrnexe.

Moore tekez kir ku beşdarbûna hemî aliyan di pêvajoya avakirina Sûriyek nû de gavek girîng e ji bo serkeftina qonaxa veguhêz. Wî destnîşan kir ku binpêkirina normên navneteweyî di avakirina saziyên navendî de wekî parlementoyek yekgirtî pêşveçûna ber bi çareseriyek siyasî ya berfireh asteng dike.

Her wiha wî destnîşan kir ku destwerdanên biyanî hîn jî astengiyek ji bo nêzîkbûna di navbera Şam û rêveberiyên herêmî yên li rojhilatê Sûriyê de çêdikin, û tekez kir ku xurtkirina bingehên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cûda de garantiya sereke ya serkeftina qonaxa din e.

Mijarên Girêdayi

Back to top button