El Şera: Biryara Trump “Dîrokî ye,” û Em Daxwaza Rakirina Sizayan Dikin

Serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyê, Ehmed el-Şera, di hevpeyvînekê de bi CBS News re got ku daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump ji bo rakirina sizayan li ser Sûriyê “biryarek dîrokî û wêrek” e.
El-Şera tekez kir ku welatê wî hêvî dike ku welatên din jî gavên bi vî rengî bavêjin, û tekez kir ku pêwîst e dem ji bo rakirina sizayan ku barê gelê Sûriyê giran kirine neyê windakirin.
Her wiha wî xwesteka xwe ya ji bo lidarxistina civînek nû bi Trump re anî ziman “ji bo ji nû ve avakirina têkiliyên dualî bi awayekî rasterast û zelal”.



