Piştî hişyariya pêşwext, artêşa Îsraîlê dest bi êrîşan li başûrê Lubnanê kir

Beyrût – Artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê ragihand ku wan rêze êrîşên asmanî li ser hedefên leşkerî yên Hizbullahê li başûrê Lubnanê dane destpêkirin, nêzîkî saetekê piştî ku hişyarî da niştecihan ku hejmarek gundan vala bikin.

Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Avichay Adurae di daxuyaniyekê de got ku êrîşan “binesaziya leşkerî ya Hizbullahê” armanc digirin, û destnîşan kir ku mayîna di avahiyên hatine destnîşankirin de “niştecihan dixe xeterê.” Artêşê nexşeyên çar avahiyên li sê gundên başûr weşand, û ji niştecihên wan û yên li avahiyên cîran xwest ku herî kêm 500 metre dûr bimînin.

Li beramberî wê, serokwezîrê Lubnanê Newaf Selame banga civaka navnetewî kir ji bo destwerdanê bikin da ku “destdirêjiyên Israyîlê” rawestînin, weke ku pênase kiriye, di nav rûniştineke hukumetê de Lubinan daxwaz ji dewletên ku serpereştiya  rêkrftina rawestandina operesyonên dijminantî dike, ku kiriyara “ zexta herî zêde li ser Israyîlê bikin ji bo êrîşan bisekinîne” bikin.

Ev pêşketin di nava rageşeke nûkirî li ser sînora Lubnan- Israyîlê tê, tevî ku rêkeftina agirbestê di Mijdara2024an de hatibû îmzekirin, ku pevçûna ku zêdetirî salekê domand bi dawî kiribû û rastî şereke vekirî du mehan di navbera Israyîl û Huzbullah de.

Mijarên Girêdayi

Back to top button