Washingtonê fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê ji baregeha el-Tenfê dûr xist

Çavkaniyên herêmî eşkere kirin ku hêzên Amerîkî Mûqedem Salem Turkî el-Entarî ji fermandariya Artêşa Azad a Sûriyê, ku ew kom ji aliyê Amerîka ve tê piştgirîkirin û li baregeha el-Tenfê ya nêzîkî sêgoşeya sînorê Sûriyê-Urdun-Iraqê dixebite, dûr xistine.
Çavkaniyan diyar kirin ku biryara ji kar dûrxistinê duh bê ti ravekirinekê hatiye dayîn, û destnîşan kirin ku el-Entarî tevî dûrxistina wî ji serokatiya fraksiyonê jî li Wezareta Parastinê ya Sûriyê serbaz e.
Li gorî heman çavkaniyan, niha du nav ji bo şûna el-Enterî têne belavkirin: Muqedem Mihemed Sayêr el-Sayêr, yek ji damezrînerên vê eniyê û bi eslê xwe ji bajarê Palmîra (eşîra el-Hedîdîn) e, an jî Rayêd Ehmed el-Tamêr, bi eslê xwe ji bajarê Morik li gundewarê Hemayê ye, ku berê di nav refên “Hêzên Şehîd Ehmed el-Ebdo” de xizmet kiriye.
Heta niha, derbarê ji kar dûrxistinê de ti şîroveyeke fermî ji Artêşa Azad a Sûriyê an jî dezgehên medya yên têkildar ên Amerîkî nehatiye kirin.



