Civîna El-Şeybanî û şandeya peyabilind ya Rûsî li Şamê dest pê bû

Li gorî ajansa  SANA, Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Esed Şeybanî roja Sêşemê li Qesra Gel a Şamê, şandeyeke Rûsî  bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Alexander Novak pêşwazî kir.

El-Şeybanî civînê bi tekez kirina ku welatê wî dixwaze bibîne ku Rûsya bi awayekî zelal li kêleka yekîtîya Sûrîyê ye, dest pê kir, û bal kişand ser hebûna hewldanên eşkere yên ji bo ferzkirina parçekirin û rizandinaa welêt. Wî zêde kir ku Sûrîyeke qels dibe sedema zêdebûna derfetên kaos û terorîzmê li herêmê.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokwezîrê Rûsiya Alexander Novak ragihand ku Rûsya û Sûriyê dikevin qonaxeke dîrokî ya nû di têkiliyên xwe de,  li ser bingeha rêzgirtina dualî hatiye avakirin. Ev yek di civîneke çapemeniyê ya rayedarê Rûsî de bi Wezîrê Karên Derve û Koçberan re piştî hevdîtinên dualî yên li ser aborî, ewlehî, parastin û siyasetê hat lidarxistin.

TelevîzyonaSûrî gihîştina balafireke Rûsî li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ragihand, ku şandeyeke payebilind ji Moskowê di serdaneke ji nişka ve û neragihandî de bû. Çavkaniyên dîplomatîk piştrast kirin ku di nav şandeyê de berpirsên leşkerî û siyasî yên navdar hene, ev gavek e ku berjewendiya Moskowê ya xurtkirina hebûna xwe li Sûriyê nîşan dide, nemaze di ronahiya pêşketinên dawî û zêdebûna êrîşên Îsraîlê li dijî navendên leşkerî yên Sûriyê de

Mijarên Girêdayi

Back to top button