Zextên Amerîka li Paş Ji Nû Ve Hinaderkirina Petrolê ya Herêma Kurdistanê

Çavkaniyên çapemeniyê ragihandin ku zextên ji aliyê rêveberiya Serokê Amerîkay Donald Trump ve bûne sedema ku hem Bexda û hem jî Enqere ji helwestên xwe yên berê paşve gav bavêjin û razî bibin ku hinadreya petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve bidin destpêkirin.
Li gorî çavkaniyan, Wezîrê Derve yê Amerîkayê wê demê gef li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şî’a El-Sudanî xwariye ku eger Iraq dev ji kirîna gaz û elektrîkê ji Îranê bernede wê cezayên tund li ser Îraqê Ferz bikin, ev yek biryara ji nû ve huinardekirinê bileztir kiriye.



