Xirabkirina goristana şehîdan li gundewarê Dêra Zorê bûye sedema hêrsê

Goristana şehîdan li bajarokê el-Kesar li gundewarê Dêra Zorê, ku ji bo şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên ku di operasyonên li dijî DAIŞê de mirine hatiye veqetandin, rastî xirabkirineke sîstematîk hatiye, ev yek di nav niştecih û malbatên şehîdan de bûye sedema hêrsê.
Vîdyoyên ku li ser înternetê belav dibin, asta zirara goristanê nîşan didin, di nav de şikandina hin kevirên goran û tunekirina yên din. Niştecih van kiryaran wekî binpêkirina pîroziya miriyan û heqaret li hestên malbatên wan dibînin.
Niştecih daxwaz dikin ku rayedarên têkildar li gorî prensîbên rêzgirtina rûmeta mirovan û parastina cihên veşartinê lêpirsînek yekser bidin destpêkirin û berpirsiyarên bûyerê hesab bidin.
Ev bûyer piştî bûyerên bi vî rengî li çend deverên Sûriyê piştî ketina komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê tê, di nav de Efrîn, Şêx Meqsûd, Minbic, Şedadê, Til Hemîs û Reqa, ku kiryarên xirabkirinê yên li dijî goristan û mezargehan hatine belgekirin.
Çavdêr bawer dikin ku ev kiryar tînin bîra tiştên ku DAIŞ’ê di demên berê de bi xirabkirina goristan û mezargehan bi hinceta ku ew adetên olî binpê dikin, ku ev yek xetera berdewam a li ser pîroziya şehîdgehan û goristanan li herêmên şer nîşan dide.



