Wezîrê Parastina Sûrî Serdana Moskow Ji Bo Xurtkirina Hevkariya Leşkerî Bi Dawî Kir

Wezîrê Parastina Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê, General Murhef Ebû Qesra, û şandeya pê re serdana fermî ya sê roj a Federasyona Rûsya bi dawî kirin. Di dema serdanê de, ew bi hevtayê xwe yê Rûsî, Andrey Belousov re civiya da ku li ser rêbazên xurtkirina têkiliyên dualî yên di navbera wezaretên parastinê yên her du welatan de nîqaş bike.

Wezareta Parastina Hikûmeta Veguhêz ragihand ku serdan civînek fermî ji bo nîqaşkirina danûstandina pisporiyê di perwerdehiya leşkerî û çend warên din ên têkildarî parastinê de vedihewîne. Ev serdan piştî serdana Serokê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê, Ehmed El-Şer’i, ya Moskowê di destpêka vê mehê de tê, ku ev serdan yekem car piştî ku dest bi kar kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Parastina Rûsya diyar kir ku civîn danûstandinên berdewam ên di navbera rêberên siyasî û leşkerî yên her du welatan de nîşan dide û derfetên berfireh peyda dike da ku hevkariya berfirehtir were pêşxistin. Wî destnîşan kir ku rojeva hevbeş çend dosyayên têkildarî perwerdehiya leşkerî, hevkariya teknîkî û ewlehiyê vedihewîne. Civînê mijara hêzên Rûsya û baregehên leşkerî yên li Sûriyê nîqaş kir. Şam ji bo rêxistina hebûna van baregehan li çarçoveyek nû ya yasayî û darayî digere, di heman demê de Moskow girîngiya parastina çeperên xwe li Hmêmim û Tartusê ji bo misogerkirina berdewamiya bandora xwe ya herêmî tekez dike.

Di hevdîtina xwe de bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re, El-Şer’i piştrast kir ku Sûriyê dixwaze têkiliyên xwe bi Rûsyayê re ji nû ve saz bike, di heman demê de Putin tekez li ser pabendbûna Moskowê ya piştgiriya Sûriyê di qonaxa ji nû ve avakirina piştî şer de kir.

Mijarên Girêdayi

Back to top button