Wezîrê Derve yê Alman di çarçoveya gera Rojhilata Navîn de Serdana Şamê Dike

Li gorî Ajansa France-Presse, Wezîrê Derve yê Alman Johannes Wadephul îro, roja Pêncşemê, di çarçoveya gera Rojhilata Navîn de ku Urdun, Behreyn û Lubnanê jî di nav de ne, dest bi serdaneke fermî bo Şamê dike.

Di dema serdana xwe de, Wadephul dê bi nûnerên hikûmeta veguhêz a Sûriyê re, di nav de serokê veguhêz Ehmed el-Şer’i jî, bicive, ev serdana yekem a rayedarekî payebilind ê Alman bo Sûriyê di deh salan de ye.

Berî ku ji Berlînê biçe, wezîrê Alman diyar kir ku “serkeftina li dijî dîktatoriya Esed deriyê serdemeke nû li Sûriyê vekiriye, û em niha dixwazin piştgiriyê bidin gelê Sûriyê di şêwaza pêşeroja welatê xwe de”, û tekez kir ku welatê wî pabendbûna xwe ya piştgiriya rêya aramiyê û reformê li Sûriyê nîşan dide.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Alman di daxuyaniyekê de rave kir ku Sûriyê “bi dijwariyên mezin re rû bi rû ye û pêdivî bi hikûmetekê heye ku ji bo hemî welatiyan, bê cudahiya zayend, olî, etnîkî, an girêdayîbûna civakî, jiyanek bi rûmet û ewlehî garantî bike.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku cihê erdnîgarî yê Sûriyê wê dike “cîranek rasterast a Yekîtiya Ewropayê”, û hat gotin ku “her tiştê ku li wir diqewime bandorên rasterast û nerasterast li ser Ewropayê, û bi taybetî li ser Almanya, dike.”

Wezareta Karên Derve ya Almanya tekez kir ku armaiya li Sûriyê berjewendiyek hevpar a Ewropî û Almanya ye û wiha lê zêde kir: “Em dixwazin ku Sûriyê di warê aborî de bi lez û bez baş bibe, da ku rê li ber vegera hêdî hêdî bo rewşa normal û ji nû ve destpêkirina têkiliyên aborî û pêşketinê veke.”

Mijarên Girêdayi

Back to top button