Wezareta Parastina Sûriyê bi karanîna Maşîneyên Tirkiyê zeviyeke mayînan hilweşand

Wezareta Parastina Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ragihand ku bi karanîna makîneyên endezyariyê yên pêşketî yên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine peyda kirin, zeviyeke mayînan li paytext Şamê paqij kiriye.
Çavkaniyên fermî ragihandin ku Enqere di çarçoveya hevkariya teknîkî ya di navbera her du aliyan de alav û teknolojiyê ji Wezareta Parastina Hikûmeta Veguhêz re dişîne.
Ev pêşketin hewlên Tirkiyê nîşan dide ku hebûna xwe ya teknîkî û leşkerî di nav saziyên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê de bi dabînkirina alav û amûrên paqijkirina mayînan xurt bike.



