Wezareta karên hundir a sûriyê girtina bi dehan kesan di opersiyona ewlehiya li dijî daişê de ragihand.

Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê, di çarçoveya hewldanên xwe yên berdewam ên ji bo şerê li dijî terorîzmê de, li çend parêzgehan operasyoneke ewlehiyê ya berfireh li dijî gumanbarên endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) da destpêkirin.

Di daxuyaniyekê de, wezaretê got ku operasyona dê çend rojan bidome, “di çarçoveya hewldanên neteweyî yên ji bo şerê li dijî terorîzmê û zêdekirina ewlehî û aramiyê de” tê. Daxuyaniyê zêde kir ku kampanya êrîşên hemdem li parêzgehên Heleb, Idlib, Hema, Hums, Dêre Zorê, Reqa, Şam û gundewarê wê, û Çola Sûriyê dihewîne.

Berdevkê Wezaretê Nour el-Dîn el-Baba rave kir ku îstîxbarat “niyeta şaneyên DAIŞê ji bo pêkanîna operasyonên nû” nîşan dide, ji ber ku Sûriyê amadekariya tevlîbûna hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî rêxistinê dike, ev yek bû sedema destpêkirina kampanya pêşîlêgirtinê ye.

Wî zêde kir ku “operasyona ewlehiyê heta niha bûye sedema girtina 71 kesan, di nav de fermandarên meydanî û endamên ku beşdarî êrîşên li dijî sivîlan û endamên leşkerî bûne.” Wî destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê her wiha karîn “endamekî DAIŞê bêbandor bikin” di pevçûnan de efserekî ewlehiyê birîndar bûye. Li gorî daxuyaniyê, hêzan li gelek deveran hejmarek çek û cebilxane, û her wiha veşartgehên ku alavên lojîstîkî û amûrên ragihandinê tê de hebûn desteser kirine. Lêkolînên li ser kesên ku hatine girtin berdewam dikin.

Hêjayî gotinê ye ku DAIŞê, ku piraniya axa ku ji sala 2017an vir ve kontrol dikir winda kiriye, hîn jî şaneyên biçûk ên çalak li çola Sûriyê û hin deverên sînor didomîne.

Mijarên Girêdayi

Back to top button