Trump gefa êrîşeke leşkerî li dijî Îranê dike û bang li Hemasê dike ji bo çekan dayne

Serokê Amerîka Donald Trump şeva Duşemê gef da ku eger Îran hewlên ji nû ve avakirina şiyanên xwe yên nuklerî bidomîne, wê êrîşeke leşkerî li dijî Îranê dest pê bike. Her wiha bang li tevgera Hemas a Filistînî kir ku çekan deyne.
Trump di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li havîngeha xwe ya Mar-a-Lago li Florîda got, “Ez dibihîzim ku Îran hewl dide navendên xwe yên nuklerî ji nû ve ava bike, eger ew vê yekê bikin, em ê dîsa li wan bixin.”
Serokê Amerîka zêde kir ku eger Îran şiyanên xwe yên nuklerî bidomîne, ew ê piştgiriyê bide êrîşeke bilez li ser Îranê, bê ku hûrguliyên din li ser cewher an dema vê piştgiriyê bide.
Di derbarê Devera Xeza de, Trump bang li Hemasê kir ku çekên xwe deyne û hêviya xwe anî ziman ku “pir zû” ber bi qonaxa duyemîn a plana aştiyê ya Xeza ve biçe.
Wî destnîşan kir ku ji nû ve avakirina Şerîdê dê di demek nêzîk de dest pê bike û piştrast kir ku Dewletên Yekbûyî dê “her tiştê ku di destê wê de ye bike da ku bermayiyên dîla dawîn vegerîne.”
Derbarê têkiliyên Îsraîl û Sûriyê de, Trump got ku ew hêvî dike ku “Netanyahu dê bi Sûriyê re li ser heman rûpelê be,” bê ku bikeve nav hûrgiliyên din li ser vê mijarê.



