Îran li ser gotinên Trump gilî li Konseya Ewlehiyê dike

Îran nameyek fermî pêşkêşî Konseya Ewlehiyê kir û nerazîbûna xwe li hember gotinên Serokê Amerîka Donald Trump ên derbarê amadebûna welatê wî ji bo”parastina xwepêşanderên aştîxwaz ên Îranî ger rastî tundûtûjiyê werin” de anî ziman.

Di nameyê de, Balyozê Îranê li netewên yekbûyî, Seîd Îrwanî, diyar kir ku welatê wî van gotinan wekî “destwerdan û provokasyon” dibîne û wan wekî gefek li ser ewlehî û aramiyê dibîne. Wî piştrast kir ku Îran mafê xwe, serweriya xwe, yekparçeyiya xak û ewlehiya neteweyî ya xwe diparêze û tekez kir ku her bersivek dê “hişk û guncaw” be, li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, IRNA.

Her wiha Îrwanî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka wekî “bi tevahî berpirsiyarê her encam an zêdebûna ku dibe ji van gotinan derkeve” bi nav kir.

Helwestên îranê yên fermî

Bi heman awayî, Wezîrê karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî rexne li daxuyaniyên Amerîkî kir, tekez kir ku welatê wî redkirina her destwerdaneke biyanî di karûbarên navxweyî de dike û amadebûna hêzên çekdar nîşan da, ku bi her kiryarek serweriya Îranê binpê dike re mijûl bibin.

Rexneyên bi heman rengî ji hêla serokê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî, Elî Larîcanî, Elî Şemxanî şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî ve jî hatin kirin, li dijî destwerdana di karûbarên navxweyî yên Îranê de hişyarî dan.

Hişyarî ji bo xwepêşanderan

Li ser asta hundir, polîsên Îranê hişyariyek da xwepêşanderên ku di şeş rojên dawî de li deverên cûda yên welêt derketine kolanan. Berdevkê polîsan Seîd Montazer el-Mehdî got ku rayedar qebûl dikin ku xwepêşandan daxwazên ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê diyar dikin û di daxuyaniyekê de tekez kir ku polîs “cudahiyê di navbera daxwazên rewa û kiryarên xerakirinê de dike” û dê nehêle ku tevilhevî bibe kirîz.

Ji aliyê xwe ve, dozgerê parêzgeha Loristanê, Elî Hesenwend, hişyarî da ku beşdarî kombûnên nezagonî nebin û diyar kir ku her b aramiya giştî dê sûcek be ku li gorî zagonê were cezakirin. Wî “hêmanên firsendperest” bi hewldana têkbirina ewlehiya giştî tawanbar kir.

Beramberî wê , Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, Volker Türk, bang li rayedarên Îranê kir ku rêzê ji mafên azadiya raman û civîna aştiyan bigirin.

Paşxaneya xwepêşandanan

Ev xwepêşandan ji sedema krîzeke aborî ya li Îranê derdikevin , ji ber çend mijaran, di nav de bernameyên wê yên nuklerî û mûşekî, her wiha kêmbûna girîngiya nirxa diravê wê, rastî cezayên Amerîkî û navneteweyî tê.

Her wiha nêzîkî şeş meh piştî pevçûneke leşkerî ya bi Îsraîlê re tên, tê de êrîşên li ser avahîsazên nuklerî û leşkerî û deverên sivîl hatin kirin, di dema wê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka di Hezîrana borî de bi bombebarankirina sê avahîszên sereke yên nuklerî yên Îranê destwerdan kir.

Li gorî ajansa Firans Press, xwepêşandan  herî kêm 20 bajaran belav bûne, bi piranî li rojavayê welêt, lê ew negihîştine asta xwepêşandanên berfireh ên ku Îranê di dawiya sala 2022an de piştî mirina Mehsa Emînî, an jî yên ku di Mijdara 2019an de ji ber zêdebûna bihayê sotemeniyê qewimîn.

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu