Tirkiyê Di Qezaya Balafireke Barhilgir A Leşkerî De Li Ser Gurcistanê Mirina 20 Leşker Radigihîne

Rayedarên Tirkiyê roja Çarşemê ragihandin ku dema balafireke barhilgir a leşkerî ya C-130 li herêma Kaxetiyê ya Gurcistanê dema ku ji Azerbaycanê vedigeriya Tirkiyê ket, 20 leşker mirin e.
Wezareta Parastina Tirkiyê diyar kir ku lîsteyek navên leşkerên mirî weşandiye û rayedarên Tirkiyê û Gurcistanê ji bo diyarkirina sedema qezayê li cihê qezayê dest bi lêkolînê kirine.
Dîmenên destpêkê nîşan dan ku balafir dema ku dikeve erdê di nav agir de maye. Enqere hîn sedema qezayê eşkere nekiriye.
Ev qezaya herî kujer a leşkerî ya Tirkiyê ji sala 2020an vir ve ye.
Serokkomarên Azerbaycan û Gurcistanê, her wiha Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, sersaxî ji Tirkiyê re xwestin.
Balyozê Amerîka li Tirkiyê Thomas Barrack jî piştî bûyerê hevxemiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bi Enqere re anî ziman.



