Thomas Barak: Biryarên Trump ji bo Sûriyê piştî lêkolîneke berfireh hatin dayîn

Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka li Sûriyê, Thomas Barak, roja Yekşemê got ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trump biryarên xwe yên di derbarê mijara Sûriyê de piştî “lêkolîneke berfireh” daye û destnîşan kir ku Trump “biryar da ku şansek bide serokê hikûmeta veguhêz ya Sûriyê, Ehmed el-Şari’.”

Barak di dema beşdarbûna Foruma Dohayê de zêde kir ku “Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trump biryarên xwe yên di derbarê Sûriyê de piştî lêkolîneke berfireh da û biryar da ku şansek bide serokê hikûmeta veguhêz ya Sûriyê, Ehmed el-Şari’.”

Nûnerê Amerîkî rave kir ku “destkeftiyên li Sûriyê hatine bidestxistin qehremanî bûn û divê em kesên ev gengaz kirin teşwîq û piştgirî bikin.”

Barak got ku “tiştên li Sûriyê ber bi rêça rast ve diçin û divê destûr bê dayîn ku ew xwe diyar bike”got, “Divê em ji bîr nekin ku rêberiya Sûriyê nû ye û pêwîstî bi aramiyê heye.”

Wî destnîşan kir ku “em nikarin hêviyên xwe li ser Sûriyê ferz bikin.”

Mijarên Girêdayi

Back to top button