Sûriye û Îsraîl li Parîsê bi navbeynkariya Amerîka danûstandinên ewlehiyê ji nû ve dest pê dikin

Rayedarekî Îsraîlî ji “Axios” re got ku Sûriyê û Îsraîl îro li Parîsê, di çarçoveya hewldanên ji bo gihîştina rêkeftineke ewlehiyê ji bo rêxistina rewşa başûrê Sûriyê de, danûstandinên ewlehiyê ji nû ve dest pê kirin.

Li gorî çavkaniyê, rayedarên Îsraîlî li gel nûnerên hikûmeta veguhêz ya Sûriyê beşdarî danûstandinan dibin. Gera nû ya danûstandinan, ji hêla Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Sûriyê Tom Barack ve tê piştgirîkirin, armanc dike ku bigihîje rêkeftinekê ku bêçekkirina başûrê Sûriyê di berdêla vekişîna hêzên Îsraîlî ji deverên Sûriyê yên ku piştî hilweşîna rejîma Serokê berê Beşar Esed girtine, dihewîne.

Tê texmînkirin ku danûstandin du rojan bidomin, bi beşdariya Wezîrê Derve yê hikûmeta veguhêz ya Sûriyê Esed Şeybanî, li gel tîmeke îsraylî ya nû danûstandinan .

Ev gera pêncemîn a danûstandinan di navbera her du aliyan de ye, ya yekem di nav nêzîkî du mehan de ye, piştî ku danûstandin ji ber nakokiyên tûj rawestiyan, piştire îstifakirina serokê danûstandinan ê berê yê Îsraîlê Ron Dermer.

 Axios destnîşan kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tîmeke danûstandinê ya nû ava kiriye ku bi serokatiya balyozê Îsraîlê li Dewletên Yekbûyî, Yehiel Leiter û şêwirmendê leşkerî yê Netanyahu, Ceneral Roman Gofman, her wiha şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê wekîl Gil Reich jî di nav de ne.

Ev danûstandin di nav hewldanên dîplomatîk ên dijwar ên ji hêla Dewletên Yekbûyî ve têne kirin da ku rewşa ewlehiya herêmê ji nû ve rêkûpêk bikin, piştî pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên dawî li Sûriyê.

Mijarên Girêdayi

Back to top button