Sûriyê: Rêkeftineke Destpêk ji bo Tevlêkirina QSDê di Artêşa Sûriyê de û Agirbesteke Berfireh

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Mezlûm Ebdî, ragihand ku bi hikûmeta veguhêz a Sûriyê re lihevkirineke destpêkê pêk aniye da ku hêzên xwe tevilî dezgeha leşkerî ya fermî bibe. Ev gav wekî rê li ber yekbûna rêzan di şerê li dijî terorîzmê, bi taybetî DAIŞê, û aktîvkirina pêvajoya çareseriya siyasî li welêt tê binavkirin.

Di hevpeyvînekê de li ser Ronahî TV hate weşandin, Ebdî got ku hikûmeta veguhêz a li Şamê amadebûna xwe nîşan daye ku ji ezmûna şer a QSDê sûd werbigire. Wî tekez kir ku pêvajo bi garantiyên ku rê li ber dubarebûna binpêkirinên berê digirin û rêzê ji qurbaniyên endamên QSDê û malbatên şehîdan digirin, tê meşandin, û vê yekê wekî “xeta sor” bi nav kir.

Civînên li Şamê û Nirxandina Rêkeftina Adarê

Ebdî zêde kir ku civînên wî yên dawî li Şamê bi Serok Hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şer’i û Wezîrê Parastinê Esed El-Şeybanî re “erênî û zelal” bûn, û nirxandinek li ser derengketina pêkanîna rêkeftina Adarê jî di nav de hebû, di şeş mehên borî de bi tevahî nehatiye bicîhanîn. Wî destnîşan kir ku her du alî li ser mekanîzmayên nû ji bo lezandina diyalogê û avakirina baweriyê li hev kirine.

Rêkeftinên Meydanî û Agirbesteke Berfireh

Fermandarê Giştî yê QSD’ê piştrast kir ku li herêmên Şêx Meqsûd û Dêr Hafir peymaneke agirbestê ya taybet hatiye çêkirin, bi pabendbûneke destpêkê ya ji bo rawestandina şera berfireh li hemû eniyan, di çarçoveya rêkeftinên ewlehiyê yên hevbeş de ku dê bi rêya dezgehên leşkerî û îdarî yên hevbeş werin hevrêzkirin. Civîneke berfireh di navbera rêveberiya QSD’ê û Wezareta Parastinê ya Sûriyê de tê plankirin û di demek nêzîk de wê were lidarxistin.

Gotûbêjên li ser Rêveberiya Nenavendî û Destûrê

Derbarê şêweyê pêşeroja dewleta Sûriyê, Ebdî tekez kir ku derbarê pêkanîna pergaleke rêveberiya nenavendî diyalog bi Şamê re berdewam e, di çarçoveya dewleteke yekgirtî de. Wî rave kir ku di şîrovekirina hin têgehan de cûdahî hene, lê wî bal kişand ser “xwesteka hevpar ji bo têgihîştin û pêşveçûnê”. Wî niyeta xwe ya serdana parêzgehên Sûriyê eşkere ki,r da ku modelên rêveberiyê yên heyî binirxîne û ji bo pêşketina wan pêşniyaran pêşkêş bike.

Her wiha wî destnîşan kir ku rêkeftina Adarê hîn neketiye nav Danezana Destûrî, lê rayedarên Şamê li dijî vê gavê dernakevin, di nav şêwirmendiyên pêşerojê de bi Komîteya Destûrî re ji bo bicihkirina têgihîştinan di belgeyên qonaxa veguhêz de.

Tevilêbûna Ewlekarî Û Saziyan Gav Bi Gav

Di derbarê aliyê ewlehiyê de, Ebdî rave kir ku peymana destpêkê, ji bilî rêkeftinên ji bo yekbûna yekîneyên leşkerî bi rêya civînên teknîkî bi Wezareta Parastinê re, tevilêbûna hêzên ewlehiyê yên navxweyî yên QSD’ê di nav Wezareta Karên Hundir a Sûriyê de jî vedihewîne.

Wî li ser perspektîfên pêkanînê geşbîniya xwe anî ziman û got, “Şer’i ji bo nêrînên me vekirî ye, û danûstandin û pêkanîn dê bi awayekî rêxistinkirî pêk werin.”

Danûstandinên bi Washington û Însiyatîfên Navneteweyî re

Ebdî civînên ku bi Balyozê Amerîkî Tom Barrack û Amîral Brad Cooper re li dar xistiye eşkere kir, ku di wan hevdîtinan de wan hevkariya pêşerojê di şerê li dijî DAIŞê de û pêşniyara Amerîkî ji bo avakirina hêzek hevbeş a Sûrî-Amerîkî bi hevrêziya Şamê re nîqaş kirine.

Her wiha wî bal kişand ser nîqaşên nerasterast ên di derbarê rakirina cezayên Amerîkî yên ku di bin Qanûna Caesar de hatine sepandin de, û bawer kir ku bidestxistina pêşketinê li ser erdê û siyasî, û beşdariya Şamê di hewldanên dijî terorê de, dikare derî ji bo sivikkirina tedbîrên aborî veke.

Pirsgirêkên Mirovî û Vegera Koçberan

Li ser asta mirovî, Ebdî banga dîtina çareseriyên navxweyî yên Sûriyê ji bo pirsgirêkên binpêkirinên ewlehiyê û destwerdana biyanî kir, bi pêşîniya vegera kesên koçber bo deverên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, û aktîvkirina Peymana Helebê ya ku di Nîsana 2025an de derbarê deverên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de hatiye îmzekirin.

Wî tekez kir ku pirsgirêkên Reqa, Dêra Zorê û Hesekê bi pêvajoya destûrî û şêweyê hikûmetê ve girêdayî ne. Wî tekez kir ku pêwîstiya nûnertiya herêmî di hemî qonaxên diyaloga neteweyî de heye, û rave kir ku li gorî rêkeftinên herêmî vekişîn ji hin cihan tune ye.

Vekirina Mercî ber Tirkiyê

Di dawiya gotinên xwe de, Ebdî destnîşan kir ku rêyên ragihandinê bi Tirkiyê re vekirî dimînin, û destnîşan kir ku gengaziya Enqere piştgiriyê bide lihevkirinên heyî “eger ew di bicîhanîna wan de ci dî nîşan bide”, wekî ku wî got.

Mijarên Girêdayi

Back to top button