Sûriyê li Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê Peymanên Bi Nirxa 935 Milyar Lîre Îmze Kirin

62emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê (28ê Tebaxê – 5ê Îlonê, 2025) bi beşdarbûnek rekord a 2.26 milyon mêvan bi dawî bû, di heman demê de nirxa peyman û rêkedtinên ku hatine îmzekirin ji 935 milyar Lîre Sûrî derbas bû.

Rêveberê Saziya Sûrî ya Bazar û Pêşangehên Navneteweyî, Mihemed Hemze, got ku zêdetirî 800 şîrket ji Sûriyê û 44 welatên Erebî û biyanî beşdarî pêşangehê bûne. Wî destnîşan kir ku rêjeya mêvanên xwecihî gihîştiye %96, li gorî %4 ji derveyî welêt.

Wî zêde kir ku pêşangehê bi rêya xercên geştiyariyê û çalakiyên têkildar, ji bilî peydakirina derfetên kar ên demkî û daîmî û çalakirina beşên xizmetguzariyê yên wekî veguhastin, otêl û xwaringehan, aboriya herêmî bi zêdetirî 120 mîlyon dolarî, xistiye tevgerê.

Mijarên Girêdayi

Back to top button