Sûriyê: Derbasbûneke Îsrayîlî li Qinêtera

Mediya Sûrî roja şemî ragihand ku dewriyek artêşa Israyîlî derbasî nav xakên parêzgeha Qinêterê başûrî Sûriyê, operesiyoneke li gundê Bir El Ecem û Birêqa, pêk anî û bi firîna dronan li ser herêmê hemdem bûn, di derbara girtina kesan tu rapor nehatin.

Ev êrîş piştî bûyerek weke vê yekê tê, ku roja Çarşemê serê sibê qewimî, dema ku hêzên Îsraîlê heft kes li bajarokê Cebeta El-Xeşeb li gundewarê bakurê Qinêtrayê girtin, piştî serdegirtina malên sivîlan. Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûrî (SANA) ragihand ku hêza dagirker ji pênc erebeyên leşkerî û nêzîkî 30 endam pêk dihat û ji baregehek ku ji hêla artêşa Îsraîlê ve li nêzîkî bajarokê hatibû avakirin, ketibûn hundir.

Ji aliyê xwe ve, artêşa Îsraîlê piştrast kir ku wan girtiyan ji bo lêpirsîna bêtir veguheztine herêmên dagirkirî, û wan bi çalakiyên li dijî leşkerên wê tawanbar kir.

Mijarên Girêdayi

Back to top button