Sûriya ku hatî çirandin: Şer û pevçûnên navxweyî û destwerdanên biyanî welêt wêran dikin

Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed di dawiya sala 2024an de, Sûriyê rastî pêlek ji tundûtûjî û xwînrijandinê hat, di nav de şerên navxweyî, revandin û kuştin, pevçûn ,şerên mezhebî û etnîkî, aboriyek hema hema wêranbûyî, û artêşek bêrêxistin û bêdîsîplîn ku di nav de biyanî û tundrewan hene. Ev hemû bi destwerdanên navdeteweyî û êrîşên asmanî yên li dijî baregehên leşkerî re hevdem bû.
Piştî bûyerên li Beravê ku mezheba Elewî rastî komkujiyên kuştin û binpêkirinên , hikûmeta Şamê berê xwe da Siwêdayê, eşîr û endamên artêşa xwe, bi cilên eşîrî, şandin da ku êrîşî bajêr bikin. Di encamê de bi deh hezaran mirovên koçber, dorpêçkirî û komkujiyên xwînî li ser bingeha mezhebî, rû da. Her wiha rapor û tewanbariyên ji bo “darvekirinên meydanî û hedefgirtina sivîlan” pêkhatin.
Ev yek bû sedem ku Îsraîl di 16ê Tîrmehê de li nêzîkî Meydana Umewî êrîşî baregehên leşkerî û hikûmetî yên li Şamê bike, di encamê de sê kes hatin kuştin û 34 kes jî birîndar bûn. Ev bersiveke zelal bû ji bo neqebûlkirina hebûna leşkerî ya hikûmeta Ehmed el-Şere li başûr ji aliyê Îsraîlê ve. Ev yek hikûmeta Şamê û eşîran neçar kir ku ji derveyî sînorên îdarî yên parêzgehê vekişin û di 20ê Tîrmehê de agirbestek bi navbeynkariya navneteweyî ragihînin.
Lêbelê, Neteweyên Yekbûyî ji ber gef û binpêkirinên dubare hişyariyê dide ku agirbest têk diçe. Her wiha ji ber dorpêçbûnê kêmasiyên giran ên derman, enerjî û xwarinê derketine, ev yek bûye sedem ku xelkê Siwêdayê ji ber sûcên li dijî wan hatine kirin, rêveberiyek nîv-xweser îlan bikin, her wiha xwepêşandanan li dar bixin û daxwaza veqetandina ji Sûriyê bikin.
Di 25ê Tebaxê de, Serokê Demkî Ehmed El-Şere bi Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê li Sûriyê Thomas Barrack re civiya, da ku çareseriyek berfireh, bi taybetî di derbarê aloziyên ewlehiyê li başûrê Sûriyê û pêşxistina hevkariya herêmî di navbera Sûriye û Îsraîlê de bi navbeynkariya Amerîkayê de, pêşve bibe.
Tevî axaftinên di medya Rojavayî û Erebî de li ser pêşketina danûstandinên di navbera hikûmeta Şere û Îsraîlê de, kesayet û kanalên medyayê yên Îbranî mesele înkar kirin û diyar kirin ku ew bi tenê li ser lihevkirinên ewlehiyê sînordar in, her wiha diyar kirin ku Îsraîl dixwaze başûrê Sûriyê bi tevahî bêçek be.
Li gel îlanên agirbestê û êrîşên asmanî yên Îsraîlê, ya herî dawî jî şeva borî li herêma Kiswê ya Şamê, bi daketina asmanî re hevdem bû, alozî hîn jî di qonaxa destpêkê de ye.
Li bakur û rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser li gorî peymana Ebdî-Şera ya 10ê Adarê hewl dide ku tevilî bibe. Tevî pêkanîna hin hûrgiliyan, wekî agirbestê, astengî hîn jî hene. Ji aliyekî ve, hikûmeta Şamê nenavendîbûnê red dike, lê ji aliyê din ve, Tirkiye destwerdanê dike da ku zextê li Şamê bike, ji bo pêvajoya danûstandinê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta Şamê de asteng bike.
Ev yek bû sedem ku rêveberiya xweser planên xwe ji nû ve rêz bike û li Hesekê konferansek li dar bixe, ku ji bilî şêxên eşîran, rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe, Şêx Xezal Xezal nûnerê mezheba Elewiyan û Şêx Hîkmet Hicrî nûnerê mezheba Durzî jî beşdar bûn. Konferansê tekezî li ser pêwîstiya Sûriyeyeke piralî û nenavendî kir, sûcdar û sûcdarên komkujiyan hesab jê bipirsin û danûstandin û diyalog wekî yekane çareseriyê qebûl bikin.
Li bakur-rojavayê Sûriyê, ya ku Tirkiyê bi rêya komên Tirkmen û yên alîgirê wê kontrol dike, hewildide ku bandora xwe li Sûriyê bêtir berfireh bike, lewma berê xwe dide Berava Sûriyê. Gelek rapor destnîşan kirine ku wê malbatên Elewî ji Tirkiyê ber bi Berava Sûriyê ve ajotine, ji bo afirandina têkiliyên mezhebî bi wan re, da ku wan bikişîne Tirkiyê û wê bike rizgarker û parêzvan ji wan re. Ev bi rêya teşwîqkirina wan ji bo daxwazkirina ku Tirkiye were Beravê û li wir baregehên leşkerî ava bike, tê xuyakirin. Ev tiştek e ku Îsraîl red dike, ji ber vê ji Deriya Spî êrîşek mûşekî li ser Lîwaya 107-an li Cebleh, ku wekî Zama tê nanîn, pêk anî, ya ku Tirkiye amade dikir û pispor û alavên leşkerî dianî wir.
Li gel hewldana xwe ya berfirehkirina li Beravê, Tirkiyê bi rêya komên alîgirên xwe, hewl dide Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikişîne nav pevçûnên li derdora Dêra Zorê û li kêleka Çemê Firatê, yên ku li wir şaneyên DAIŞê pir çalak in. Ev yek armanc dike ku danûstandinên di navbera QSD û Şamê de têk bibe, ji bo pêşxistina berjewendiyên aborî an jî ji bo neçarkirina ku destûrê ji Tirkitê re were dayîn, ji bo avakirina baregehên leşkerî.
Duh, desteyeke siyasî ya nû bi navê Konseya Siyasî ya Sûriya Navîn û Rojava hate ragihandin. Ev deste dê nûnertiya civaka Elewiyan ji aliyê siyasî ve bike û armanc dike ku Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî û federasyoneke herêmên Beravê yên Sûriyê ava bike.
Îro, êdî li Sûriyê rêveberiyeke yekane nîne, lê belê bi qasî pênc herêm pêk hatiye:
Heyet Tehrîr el-Şam (Hikûmeta Şamê) û deverên kontrola wê
Hêzên Sûriyê Demokratîk li bakurê rojhilatê Sûriyê
Başûrê Sûriyê
Berava Sûriyê, ku ji aliyê Konseya Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyê ve tê temsîlkirin
Tiştê ku diyar e, tevî tevliheviya rewşa siyasî û belavbûna leşkerî li Sûriyê, ev e ku eger Şam bi zîhniyeta xwe ya heyî di rêvebirina rewşê û mijûlbûna bi pêkhateyên mayî yên Sûriyê re berdewam bike, çerxa tundiyê dê berdewam bike. Li gel vê yekê, civaka navneteweyî gihîştiye wê baweriyê ku Sûriyê nikare ji aliyê rêveberiyeke navendî ve were rêvebirin, piştî komkujiyên ku li Beravê û parêzgeha Siwêdayê hatine dîtin û bi daxuyaniya nûnerê Amerîkî Tom Barrack ku sîstema rêveberiya Sûriyê dibe ku nêzîkî federalîzmê be, ev yek piştrast kiriye.


