Sîban Hemo: Serkeftina Pêvajoya Tevilîbûnê Bi Rêzgirtina Nasnameya Hêzan Û Mafên Pêkhateyên Sûriyê Ve Girêdayî Ye

Sîban Hemo, endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û endamê komîteya leşkerî ya ku bi hikûmeta veguhêz re danûstandinan dike, got ku QSD amade ye ku tevlî artêşa nû ya Sûriyê bibe, yê were damezrandin, “bi şertê ku pêvajoya tevilîkirinê li ser prensîbên ku rêzgirtina nasnameya hêzan, têkoşîn û qurbaniyên wan bigirin û mafên hemî pêkhateyên gelê Sûriyê bê îstîsna garantî bikin, were meşandin.”
Di hevpeyvînek dirêj de ku ji hêla Navenda Mediya QSD ve hatî kirin, Hemo tekez kir ku gavên din ên hikûmeta veguhêz dê rêça pêvajoya tevilîkirinê diyar bikin, “çi bi lezkirin, hêdîkirin, an jî cemidandina wê.” Wî destnîşan kir ku QSD dê hêzek neteweyî ya yekgirtî bimîne ku hemî Sûriyê biparêze.
Her wiha diyar kir ku ji dema îmzekirina peymana 10ê Adara 2025an vir ve têgeha “Tevilîkirinê” ketiye nav wêjeya danûstandinan. Wî tekez kir ku tevilîkirin ne tenê tedbîrek leşkerî ye, lê gavek siyasî ji bo avakirina artêşek netewî ye. Û destnîşan kir ku ” artêşeke nû ya Sûriyê bê beşdariya QSD’ê, yê ku li dijî DAIŞê şerên biryardar kir û ji bo yekîtiya Sûriyê qurbaniyên mezin da, nayê avakirin.”
Her wihs zêde kir ku “hin partî di hikûmeta veguhêz de hîn jî zihniyeta rejîma berê ne û hewl didin vîzyonên ku armanca wan ji holê rakirin an jî marjînalîzekirina nasnameya QSD’ê, ferz bikin,” û weke “nayê qebûlkirin û nikare wekî neteweyî were binavkirin” bi nav kir. Destnîşan kir ku her pêvajoyek tevilîkirinê divê rola QSD’ê û mafên hemî pêkhateyên Sûriyê: “Sunî, Kurd, Durzî, Elewî û Xiristiyan, bipejirîne.”
Atmosfereke Erênî Bê Encamên Berbiçav
Hemo destnîşan kir ku civîna dawî ya li Şamê, ku Wezareta Parastinê û rayedarên Amerîkî tê de bûn, bi atmosfereke erênî hate diyar kirin, lê negihîşt ti rêkeftinên nivîskî, lê bi sozên giştî ve sînordar bû. Wî got, “Me bang kir ku ev atmosfer bi gavên pratîkî li ser erdê wergerîne.”
Wî rave kir ku astengiyên baweriyê hîn jî hene, û hikûmeta veguhêz gavên têrker ji bo pêşvebirina rihetiyê di navbera civakan de neavêtiye. Wî bal kişand ser kuştinên girseyî yên vê dawiyê yên ku Elewî û Durzî armanc digirin, û her wiha kaosa ewlehiyê ya berfireh, van pêkanînan wekî “dijwariyek cidî ji bo hewldanên tevilîkirinê” bi nav kire
Hamo destnîşan kir ku êrîşa dawî ya li ser taxa Şêx Meqsûd li Helebê, tevî vekişîna hêzên QSD-ê di bin peymana Adarê de, metersiyên cidî li ser niyetên hin aliyên di nav hikûmeta veguhêz de derxistiye holê. Wî got, “Dema ku em li ser tevilîkirinê diaxivin, aliyên girêdayî hikûmetê ji deh eniyan êrîşî taxê dikin, ev yek bi gotinên erênî yên ku em dibihîzin re nakok e.”
Vegera Niştecihên Efrînê
Hemo rave kir ku lezandina pêvajoya tevilîkirinê bi gavên hikûmeta veguhêz ber bi mafên civakan ve girêdayî ye, û rave kir ku helwesta hikûmetê li ser mijara Efrîn “dê pîvana rastîn a niyetan be.”
Wî got, “Vegera niştecihên Efrînê yên koçber, ji nû ve veguhertina kesên bandordar, û hesabpirsîna kesên berpirsiyarê binpêkirinan dê nîşaneyên cidîbûna hikûmetê di avakirina artêşeke neteweyî de bin. Ger ew bi dadperwerî li hember Efrîn tevbigerin, hikûmet dikare bi awayekî cûda were dîtin.”
Hemo tekez kir ku QSD “îspat kiriye ku ew tekane hêza neteweyî ye ku dikare bi hemî pêkhateyên Sûriyê re têkilî dayne, û ew amade ye ku bibe bingeha artêşa nû ya Sûriyê û garantî ji bo sererastkirina rêça siyasî û leşkerî.”



