Serokwezîrê Qeterê bi Nûnerê Taybet ê Amerîka re li ser Sûriyê dicive

Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman bin Casim a Duyem roja Duşemê li Doha bi Nûnerê Taybet ê Amerîka re ji bo Sûriyê Tom Barrack re li ser pêşketinên dawî yên li Sûriyê û rêbazên xurtkirina hevkariya di navbera her du welatan de ji bo piştgiriya aramiyê, nîqaş kir.

Wezareta Karên Derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de ragihand ku her du aliyan pêşketinên siyasî û meydanî yên li Sûriyê nirxandin û tekezî li ser berdewamiya hevahengiya hevbeş kirin.

Ev hevdîtin piştî danûstandinên Barak ên duh, Yekşemê, bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, Esed El-Şeybanî re , li kêleka civîna wezîran a amadekariyê ya lûtkeya awarte ya Ereb-Îslamî ya li Doha, pêk hat.

Mijarên Girêdayi

Back to top button