Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani îro Serdana Tirkiyê dike

Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Pêncşemê sibehê ji bo serdaneke fermî ber bi Enqerê, Tirkiyê ve çû.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku di vê serdanê de Barzanî dê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan re bicive, da ku têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiyê, Iraq û Herêma Kurdistanê de, her wiha pêşketinên herêmî û mijarên din ên balkêş ên hevbeş nîqaş bikin.
Serokatiya Tirkiyê ragihand ku Serokomar Erdogan dê di saet 4:00ê piştî nîvro de bi dema Tirkiyê li Koşka Serokomariyê li Enqerê pêşwaziya Barzanî bike.
Hevdîtina dawî ya di navbera Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de di 11ê Nîsana 2025an de, di çarçoveya Foruma Dîplomatîk a 4emîn a Antalya de pêk hat, ku Barzanî her wiha bi rayedarên payebilind ên ji çend welatan re hevdîtin pêk anî.



