Serdaneke fermî ya şandeke Wezareta Beravaniya Sûriyê bo Rûsya ji bo Xurtkirina hevrêziyê

Serfermandarê Giştî yê Artêşa Sûriyê, Lîwa Elî el-Ne’san, bi serokatiya şandeyeke fermî ya Wezareta Beravniya Sûriyê gihîşt paytexta Rûsya Moskow. Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Beravniya Sûriyê bi rêya kanala Telegramê roja Çarşemê êvarê, şande ji aliyê Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsya Yunus-Bek Yevkurov ve hat pêşwazîkirin.
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê ya fermî (SANA) diyar kir ku ev serdan di çarçoveya pêşxistina mekanîzmayên hevrêzî û hevkariyê di navbera wezaretên parastinê yên her du welatan de pêk tê.
Xurtkirina Hebûna Rûsyayê li Qamişlo
Raporên herêmî di Tebaxa borî de destnîşan kirin ku hêzên Rûsya hebûna xwe li Balafirgeha Qamişlo li bakurê rojhilatê Sûriyê, bi guhertinên di avahiya hêzên xwe yên li wir de, xurt kirine.
Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku ev guhertin rûtîn in û bi gelemperî her salek an du salan carekê çêdibin. Di nav wan de destnîşankirina fermandarên nû jî hebû, lê bi zêdebûna qebara yan hejmara hêzên Rûsî re nehatin.
Di 5ê Tebaxê de, hêzên Rûsî li gundewarê rojhilatê Qamişlo , di gel maşîneyeke girêdayî Hêzên Sûriye Demokratîk, dewriyeyek pêk anîn, weke gava yekem a bi vî rengî di salên dawî de tê hesibandin.
Oeywendî derbara Bargehên Rûsî
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Vershinin di dawiya Tîrmeha borî de di daxuyaniyên çapemeniyê de piştrast kir ku têkiliyên di navbera Moskow û Şamê de derbarê bargehên leşkerî yên Rûsî li Sûriyê berdewam in, û rave kir ku ev bargeh “di misogerkirina ewlehiya leşkerên Rûsî de beşdar dibin û hêmaneke aramiyê li herêmê pêk tînin.” Wî her wiha diyar kuir ku ew dikarin di baştirkirina gihandina alîkariya mirovî ji bo sivîlan de beşdar bibin.
Hêzên Rûsî li çend cihan li Sûriyê hatine bicihkirin, bi taybetî bargeha Hewayî ya Himêmîm li gundewarê Lazkiyê, Bargeha Deryayî ya li Tartusê, û cihên din ên leşkerî li bakur-rojhilatê welêt.



