Şer û pevçûn li gundewarê Şamê piştî hewldana girtinê di merasîmeke zewacê de

Îro êvarê li bajarokê Dêr Miqrin  li herêma Wadî Bereda ya gundewarê Şamê, di navbera niştecihan û hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyê de pevçûnên çekdarî derketin. Piştî ku hêzên dawî hewl dan kesekî ku lê digerin di merasîmeke zewacê de bigirin, pevçûn çêbûn.

Li gorî agahiyên destpêkê, di pevçûnan de ji her du aliyan ve heft kes birîndar bûn. Hêzan xurtkirinên leşkerî yên mezin şandin bajêr,  ev yek rageşî û metersî di nav niştecihan de zêde kir.

Ev pêşketin di nav rageşiyên ewlehiyê û pevçûnên dubare di navbera niştecihan û hêzên hikûmetê an komên çekdar de li hin herêmên Sûriyê tên, ku carinan dibin sedema derketina pevçûnên herêmî.

Mijarên Girêdayi

Back to top button