Şer û pevçûn di navbera endamên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên QSD’ê de li gundewarê Helebê

Li herêma Dêr Hafêr a gundewarê Helebê, di navbera endamên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de şer û pevçûnên bi karanîna dron û çekên giran derketin. Heta niha ti agahî li ser qurbaniyan nehatiye dayîn.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek fermî da û ragihand ku wan bersiv dane êrîşeke hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê li ser çeperên wan ên li herêma Dêr Hafer a gundewarê Helebê. QSD piştrast kir ku bersiv di çarçoveya parastina çeperên wan de hatiye dayîn û destnîşan kir ku di pevçûnan de pevguhertina gulbaranê û karanîna droneyan jî hebû, lê hîn agahiyên rast li ser qurbaniyên mirovî nehatine bidestxistin.



