Senatorê Amerîkî: Delîl hene ku hêzên ewlehiyn Sûriyê “herî radîkal” in

Senator Lindsey Graham roja Çarşemê got, delîl hene ku hêzên ewlehiyên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê “herî radîkal” in.
Graham di tweetekê de li ser platforma X zêde kir: “Her çend ez piştgiriyê didim hewldana alîkariya vê hikûmeta nû ya li Sûriyê, divê em vê yekê bi hişyariyek mezin bikin.”
Wî rave kir: “Delîlên zêde hene ku hêzên ewlehiyên Sûriyê ji ya ku tê xuya kirin radîkaltir in.”
Gotinên Senator Lindsey Graham di bersiva dirûşmeyên têkildarî Geza de hatin ku di dema merasîmek leşkerî bi boneya “Roja Rizgarkirinê” de ji endamên artêşa Sûriyê hatin bihîstin.
Duşema borî, artêşa Îsraîlê got ku karûbarên ewlehiyê dîmenên li ser torên vekirî tespît kirine ku leşkerên ji Wezareta Parastina Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dirûşmeyan ji bo piştgiriya Geza û li dijî Îsraîlê diqîrin.
Senatorê Komarî got ku “Îsraîl bi heq e ku israr dike ji bo herêmên ewlehiyê, ne tenê Îsraîlê diparêzin, lê di heman demê de kêmneteweyên li Sûriyê, wekî Durzî jî, diparêzin.”



