Şandeyeke QSDê ji bo berdewamkirina danûstiandina entegrasyona leşkerî dighêje Şamê

Çavkaniyên herêmî roja Yekşemê ragihandin ku fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo berdewamkirina nîqaşan bi Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê re derbarê entegresyona leşkerî li ser asta komîteyên leşkerî, çûye Şamê.

Di nav şandeyê de Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî, endama Fermandariya Giştî Sozdar Hecî û endamê Fermandariya Giştî Sîpan Hemo amade ne.

Navenda Medyaya QSDê gihîştina şandeyê bo Şamê û destpêkirina hevdîtinan bi rayedarên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê re, ji bo nîqaşkirina pêvajoya entegresyona leşkerî piştrast kir. Emîd Kevin J. Lambert, fermandarê Operasyona ’’Inherent Resolve’’, jî beşdarî hevdîtinan dibe.

Mijarên Girêdayi

Back to top button