Şandeyeke Amerîkî serdana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dike

Heleb – Şandeyeke Amerîkî, di nav de Zach Hoff, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê endamê Kongres Îbrahîm Cemal Hemade hebû, ji bo rêzecivînan li ser pêşxistina aramiya herêmî û tevlêbûna civakê, serdana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kir.
Di civînên bi nûnerên Encûmena Giştî ya her du taxan, Encûmena Jinên Sûriyê û rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn re, rêbazên xurtkirina aştiya sivîl û pêşxistina mekanîzmayên hevkariyê ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê û xizmetên niştecihan hatin nîqaşkirin. Her wiha nîqaş li ser berfirehkirina beşdariya jinan di biryardanê û amadekirina polîtîkayên pêşerojê yên li Sûriyê de hatin kirin.
Di nîqaşan de her wiha mekanîzmayên ji bo bicîhanîna rêkeftina 1ê Nîsanê ya di navbera her du encumenan û hikûmeta veguhêz de, ku armanc dike hevkariya ewlehî û îdarî birêkûpêk bike û aramiya herêmê zêde bike, hatin nîqaşkirin.
Ev yekem serdana rayedarekî Amerîkî yê bi vî astê , bo her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ye.



