Rubio: Amerîka Piştgiriya Hikûmeteke Sûrî Nûnertiya Hemû Pêkhateyan bike

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio roja Pêncşemê got ku Dewletên Yekbûyî piştgiriyê dide hewldanên ji bo avakirina hikûmeteke neteweyî ya Sûriyê hemû pêkhateyên civakê temsîl bike.
Rubio di civîneke çapemeniyê de zêde kir ku armanca vê hikûmetê ew e ku rê li ber wê yekê bigire ku Sûriyê careke din bibe baregeheke operasyonên Îran, DAIŞê, an jî her komeke din a tundrew.
Wezîrê Derve yê Amerîka diyar kir ku Washington bawer dike ku serkeftina hikûmeta Sûriyê vebijarka herî baş e, ji bo dûrketina ji şerekî navxweyî yê berfireh û rê li ber wê yekê digire ku Sûriyê bibe platformek ji bo komên tundrew ên wekî Hizbullah û El Qaîde.



