Rêya Reqa-Esryeya hatiye girtin û veguheriye herêmeke leşkerî.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê piştî bicihkirina tank û şervanan, rêya Reqa-Esrya veguherandine herêmeke leşkerî û bi tevahî rê girtine.
Girtinê rêwiyan neçar kiriye ku rêya Dêra Zor-Palmîra-Şamê bikar bînin, êşa wan, nemaze ya nexweş û xwendekaran, girantir kiriye. Yên din jî ji ber hebûna komên çekdar û DAIŞê neçar in ku rêyên axê yên xeternak bikar bînin.
Çavdêriyê destnîşan kir ku hin kes bi berdêla pereyan destûr didin ku derbas bibin, û ev yek tevgera niştecihên herêmî hîn dijwartir dike û zehmetiyên wan ên rojane girantir dike.



