Rêkeftina 10ê Adarê: Krîzeke Baweriyê di Navbera Sûriyan de, Fişar û Ajandayên Navneteweyî

Piştî salên ji şerê navxweyî û destwerdana derve, bi hilweşîna rejîma Esed re, aliyên Sûrî dest bi têgihîştina pêwîstiya gihîştina çareseriyek siyasî ya berfireh kirin e. Ji bilî guhertinên leşkerî yên li ser erdê, zextên navneteweyî û herêmî, bûn sedema ku alî ber bi diyalogê ve biçin.

Rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê hewl da ku maf û aramiya Kurdan li herêmên xwe bi rêya sîstemeke nenavendî misoger bike, di heman demê de Hikûmeta Demkî ya Sûriyê hewl da ku serweriya xwe li ser hemû axa Sûriyê vegerîne.

Li ser vê bingehê, rêkeftina 10ê Adarê bûyerek siyasî ya girîng temsîl dike, ku di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û QSDê de hatiye îmzekirin, û di çarçoveya veguherînên siyasî û ewlehî yên mezin de pêk hatiye, her wiha gavek girîng e ber bi ji nû ve organîzekirina dîmena navxweyî ya Sûriyê ve, heşt bendên rêkeftinê tekez dikin ku:

  1. Misogerkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nunerîkirin û beşdarbûnê di pêvajoya siyasî û saziyên dewletê de bêyî cudakariya olî an etnîkî.
  2. Pejirandinacivaka Kurd wekî beşek yekgirtî ya dewleta Sûriyê û misogerkirina mafên wê yên destûrî.
  3.  Agirbestek li seranserê Sûriyê.
  4.  Yekkirina saziyên sivîl û leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê di rêveberiya dewleta Sûriyê de, di nav de deriyên sînor, balafirgeh û zeviyên petrol û gazê.
  5. Misogerkirina vegera Sûriyên koçber bo deverên xwe û misogerkirina parastina wan.
  6.  Piştgiriya dewletê di şerê li dijî bermahiyên rejîma berê û hemû gefên li ser ewlehî û yekîtiya Sûriyê de.
  7. Redkirina bangên ji bo parçekirinê, gotinên nefretê û hewldanên ji bo çandina nakokiyan di navbera pêkhateyên civaka Sûrî de.
  8. Tekez kirin ku komîteyên rêveberiyê berpirsiyar in ji bo pêkanîna rêkeftinê heta dawiya sala 2025an.

Zêdetirî pênc meh ji dema îmzekirina rêkeftinê derbas bûne, ku di encamê de çend gav hatine avêtin, di nav de avakirina komîteyek rêveberiyê ku civîna xwe ya yekem li Hesekê li dar xist da ku li ser mekanîzmayên pêkanînê nîqaş bike. Şandeyek ji Rêveberiya Xweser jî li Şamê çend rûniştinên danûstandinan li dar xist da ku rêkeftinê berdewam bike. Yek ji encamên herî berbiçav ên rêkeftinê agirbest li seranserê axa Sûriyê bû, di nav de taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê. Paşê vekişîna QSDê ji her du taxên Kurdan li Helebê, kêmkirina hebûna leşkerî, berdana komek destpêkê ya 450 girtiyan ji her du aliyan, valakirina hin girtîgehan, û avakirina navendên ewlehiyê yên hevbeş di navbera QSDê û dezgehên ewlehiyê yên li Helebê de.

Sedemên Rawestandin an Hêdîbûnê

Bûyerên siyasî yên piştre, wekî Danezana Destûrî, destnîşankirina hikûmetek demkî, operasyonên leşkerî li dijî Elewiyan li BeravaSûriyê, û hedefgirtina Durziyan li Siwêdayê, ji bilî hilbijartinên Meclîsa Gel, bûn sedema redkirina Rêveberiya Xweser û bûn sedema hêdîbûna rêkeftinê di navbera her du aliyan de. Em dikarin Sedemên vê hêdîbûnê wiha kurtbikin:

  • Şîrovekirinên xala yekbûnê ji hev cuda ne. Şam yekbûnê wekî çareseriyek dawî û vegera bo pergalek navendî dibîne, di heman demê de rêveberiya xweser hewcedariya hevrêziyê dibîne dema ku hin desthilatan di nav pergalek nenavendî de diparêze.
  • Destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî, bi taybetî Tirkiyê, ku zextê li ser hikûmeta demkî dike û rêkeftinê ji nêz ve dişopîne,  hêmaneke bi bandor li pêşveçûna wê dike. Hin pevçûnên leşkerî di navbera her du aliyan de li Dêra Zorê û gundewarê rojhilatê Helebê jî bi bandor in.

Rastiya Niha û Analîza Siyasî ya Pêşerojê

Her ku dawiya salê nêzîk dibe û ti nîşanek ji pêkanîna rêkeftinê tune ye, rastiya heyî dikare bi çend xalan were pênasekirin:

 krîza baweriyê, lawaziya têkiliyan û gumanên hevbeş ên di navbera aliyan de ji bo domdariya peymanê dijwariyek mezin çêdikin. Wekî din, cûdahiyên di şîrovekirina bendan de û nakokiyên li ser yekbûna saziyên sivîl û leşkerî dikarin pêkanînê rawestînin an jî nakokiyan dîsa bînin rojevê.

Destwerdanên herêmî û navneteweyî: piştgirî an zexta ji dewletên garantor (Tirkiyê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê) dê bandorê li ser aramiya rêkeftinê bike.

Girîngiya pêkanîna gav bi gav: Pêşketina gav bi gav di mijarên hesas ên wekî perwerde, ewlehî û girtîyan de şansê serkeftina rêkeftinê zêde dike.

Senaryoyên pêşerojê yên gengaz hîn jî vekirî ne: geşbînî, çareserkirina gav bi gav a nakokiyan, berdewamiya civînên rêveberiyê, û piştgiriya ji civaka navneteweyî, ku bibe sedema çareseriyek berfireh û dibe ku danûstandinên destûrî yên berfirehtir bin.

Yan jî, bêserûberî, berdewamiya nakokiyên bingehîn, û destwerdana hêzên herêmî, ku dê pêkanîna wê bi beşî rawestîne û pevçûnên leşkerî ji nû ve geş bike.

Yan jî, bêçalakî, bi tenê pêkanîna beşî ya hin bendan dema ku pirsgirêkên sereke çaresernebûyî dimînin, parastina aramiyeke nazik bêyî pêşveçûnek berbiçav.

Ji bo misogerkirina serkeftina rêkeftinê ji her du aliyan çi tê xwestin?

Gelek ji polîtîkayên ku ji hêla Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve hatine meşandin rastî redkirina navneteweyî û herêmî hatine. Ev polîtîka, wekî netevlîkirina hemî aliyan di qonaxa veguhêz de û pejirandina polîtîkaya dûrxistinê, wekî ku yên din wê bi nav dikin, helwesta wê li ser asta navneteweyî û navxweyî qels dike. Divê hikûmet şîrovekirinek lihevkirî ya şertan bişopîne, garantiyên ewlehiyê ji bo herêmên bakur û rojhilat peyda bike, vegera dilxwaz a kesên koçber, nemaze yên ji Efrîn û Serê Kaniyê, hêsan bike, û ji nêzîkatiyek navendî ya rêvebirina welêt dûr bikeve.

Divê her du alî pabendî komîteyên cîbicîkirinê bin, çavdêriya pêkanîna rêkeftinê bikin, ji bilindkirina asta medyayî an leşkerî dûr bisekinin, civaka navneteweyî û dewletên garantor ji bo piştgiriya cîbicîkirinê tevlî bikin, û gavên gav bi gav û pîvandî bicîh bînin da ku hêdî hêdî baweriyê ava bikin.

Bicîhanîna rêkeftina 10ê Adarê derfeteke kêm ji bo anîna aramiya siyasî û ewlehiyê bo Sûriyê bi rêya agirbestekê, hevahengiya di navbera saziyên sivîl û ewlehiyê de, avakirina baweriyê di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Rêveberiya Xweser de, temsîl dike, misogerkirina mafên hemû Sûriyê û pêkhateyên wan ên cihêreng, di nav de civaka Kurd jî, parastina cihêrengiya çandî û olî, bidestxistina edalet û lihevhatina neteweyî bi rêya vegera kesên koçber û serbestberdana girtiyan, baştirkirina xizmetguzariyên giştî, û vekirina rê ji bo danûstandinên destûrî yên berfirehtir, ku wê bike gaveke girîng ber bi pêşerojeke aram û aştiyane ji bo Sûriyê.

Elî El ehmed

Mijarên Girêdayi

Back to top button