Rapor: Washington ji Îsraîl daxwaza dûrkrtina ji rageşiyê kir

Malpera nûçeyan a Amerîkî “Axios” ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu xwestiye ku ji rageşiya bi Sûriyê re dûr bisekine û bang li “Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê nexe nav provokasyonan” kir, li gorî rayedarekî Amerîkî ku malper roja Sêşemê êvarê îşaret pê kir.
Li gorî heman çavkanî, rayedar got ku Trump ji Netanyahu re gotiye “seroktiya nû ya li Sûriyê hewl dide ku welêt bike cihekî çêtir”, destnîşan kir ku beriya peywendiyeke telefonê ya di navbera herduyan de guhertinek di tonê Netanyahu de di derbarê mijara Sûriyê de çêbûye, ji ber ku wî paşê got ku “eger daxwazên Îsraîlê werin bicîhanîn, mimkun e ku bi Sûriyê re lihevkirinek çêbibe.”
Malper berê roja Duşemê, bi îşareta rayedarên Amerîkî, ragihandibû ku rêveberiya Trump metersiyên xwe anîbû ziman ku êrîşên dubare yên Îsraîlê di nav axa Sûriyê de dikarin bibin sedema bê aramî û hewldanên ji bo gihîştina lihevkirinên ewlehiyê di navbera her du aliyan de têk bibin.
Rayedarê Amerîkî zêde kir ku Washingtonê ji Netanyahu xwestiye ku êrîşan li Sûriyê rawestîne, û hişyarî da ku berdewamiya wan “dikare li ser wî vegere û derfeteke dîplomatîk a girîng ji dest bide.”



