QSDê hişyariya bandora zêdebûna leşkerî li ser ewlekariya zindanên DAIŞê dide

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbara bandorên zêdebûna şer ji aliyê çeteyên Hikumeta Veguhêz yên ji aliyê Tirkiyê ve têne piştgirîkirin li ser zindanên ku endamên DAIŞê lê ne, hişyarî da.
Navenda Medyaya QSDê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand, piştrast kir ku şaneyên DAIŞê hewl didin ji zêdebûna leşkerî sûd werbigirin da ku êrişî zindanan bikin.
Daxuyanî wiha bû: “Ji ber rewşa ewlehiyê ya ji ber êrişên komên Şamê ve hatiye ferzkirin û kombûna leşkerî ya pê re û gefên berdewam li dijî deverên bakur û rojhilatê Sûriyê, şaneyên terorîst ên DAIŞê hewl didin ji vê zêdebûna şer sûd werbigirin da ku êrîşî zindanên ku endamên wê lê ne bikin.
Hêzên me bi tevahî amade û hişyar in, hemî tedbîrên pêwîst girtine da ku ewlehiya zindanan misoger bikin û pêşî li her binpêkirina ewlehiyê bigirin. Zindan niha ewle ne û di bin kontrola tevahî de ne. Lê belê, berdewamiya vê rewşê û zêdebûna leşkerî ya pê re, dikare bibe sedema bê aramiya giştî, gefek rastîn li ser ewlehiya zindanan çêdike û xetera vegera herêmê bo rewşa berê, piştî salên qurbanîdanê di şerê li dijî terorê de, heye.”
Ji 6ê vê mehê ve, çeteyên hikûmeta demkî êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Dêr Hafir a navçeya Tebqa û derdora Bendava Tişrîn a li başûrê bajarê Kobaniyê dikin.



