QSD û Hikûmeta Veguhêz di atmosfereke erênî de pabendbûna xwe bi peymana 10ê Adarê piştrast dikin.

Li Qesra Tişrîn a Şamê, di navbera şandeya bakurê rojhilatê Sûriyê, ji aliyekî ve, û Wezîrên Parastin û Karên Hundir ên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê, ji aliyê din ve, de du civînên leşkerî û ewlehiyê hatin lidarxistin. Civîn wekî beşek ji şopandina pêkanîna peymana 10ê Adara 2025an a di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz de hatin lidarxistin.
Şanda danûstandinan a ji QSD û Rêveberiya Xweser kesayetên payebilind ji aliyên leşkerî û ewlehiyê pêk dihat, di nav de Suzdar Hecî û Sîban Hemo ji Fermandariya Giştî ya QSD. Ji aliyê ewlehiyê ve Lîwa Dilêr Hisên Temo, Lîwa Elî Xidir el-Hesen, Lîwa Mistefa Mehmûd Dalî û Lîwa Ehû Eyliyo Lahdo, ji bilî Arîn Mistefa, Hevseroka Desteya Karên Hundir, di civînê de amade bûn.
Ji aliyê Hikûmeta Veguhêz ve, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û Wezîrê Karên Hundir Enes Xetab beşdar bûn.
Li gorî agahiyan, her du aliyan “pêdiviya bicîhanîna bendên peymana 10ê Adara 2025an” tekez kirine, û destnîşan kirine ku atmosfera ku di civînê de erênî û avaker bû. Ev civîn wekî beşek ji hewldanên berdewam ji bo baştirkirina hevrêziya meydanî û aramkirina deverên ku alozî di navbera aliyên cûda yên Sûriyê de mane têne dîtin.
Çavdêrên herêmî û navneteweyî van civînan ji nêz ve dişopînin, û wan wekî ceribandinek girîng a şiyana aliyan ji bo wergerandina nivîsên ragihandî bo rastiyê li ser erdê, li welatekî ku ji ber şerekî zêdetirî deh salan westiyayî ye, dibînin.



