Piştî ragihandina bacên nû yên Trump li ser Çînê, bazarên Til Avîvê Gelekî Şûn ve Çûn

Endeksên borsayên Îsraîlê di destpêka bazirganiyê de roja Yekşemê kêmbûnek tûj tomar kirin, piştî zêdebûna aloziyên bazirganiyê di navbera Dewletên Yekbûyî û Çînê de piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump niyeta xwe ya sepandina bacên 100% li ser hawirdekirina Çînî ragihand.

Endeksa “Til Avîvê 35” bi qasî %2 daket, di heman demê de Endeksa “Til Avîvê 125” bi qasî %1.9 winda kir, û Endeksa” Til Avîvê 90” bi qasî %1.7 daket. Endeksa teknolojiyê di destpêka bazirganiyê de bi qasî %2.5 daket.

Ev kêmbûn di nav tirsên vegera şerekî bazirganî yê berfireh di navbera du aboriyên herî mezin ên cîhanê de tê, dikare bandorê li aboriya cîhanî bike û nezelaliyê li bazarên darayî, nemaze li Îsraîlê, ku bi giranî xwe dispêre teknolojiyê û hinardekirinê, zêde bike.

Trump dawiya hefteya borî ragihand ku ew ê bacên li ser hinardekirina Çînî bo Dewletên Yekbûyî bigihîne %100, wekî bersivek li ser biryara Pekînê ya sînordarkirina hinardekirina mîneralên erdên kêm ên ku di teknolojiya pêşketî û pîşesaziyên leşkerî de têne bikar anîn.

Di bersiva van daxuyaniyan de, Wezareta Bazirganiyê ya Çînê daxuyaniyek weşand û rexne li tevgera Amerîka gir û ew wekî “dozek klasîk a pîvanên dualî” bi nav kir. Daxuyaniyê tekez kir ku tedbîrên Amerîka “zirareke giran dane berjewendiyên Çînê” û “atmosfera ji bo danûstandinên aborî û bazirganî yên dualî xera kirine.”

Pekîn her wiha destnîşan kir ku Washington di bin made 301 de sînordarkirinan didomîne, ku sektorên girîng ên aboriya Çînê, di nav de pîşesaziyên deryayî, lojîstîk û çêkirina keştiyan armanc digire.

Analîstên aborî texmîn dikin ku ev alozî dê bibin sedema zextên enflasyonê yên zêdetir li Îsraîlê, nemaze ji ber ku ew bi hewirdarkirina teknolojiyê û metalên pîşesaziyê ve girêdayî ye, ku dikare hewldanên ji bo kontrolkirina bihayan tevlihev bike.

Mijarên Girêdayi

Back to top button