Piştî 5 salan… Bulgaristan xwediyê keştiya têkildarî teqîna li bendera Beyrûtê girt

Li gorî Associated Press, rayedarên dadwerî yên Lubnanî ragihandin ku serweriya Bulgaristanê Igor Grechushkinê Rûsî, xwediyê keştiya barhilgir a Rhosus ku barkirina nîtrata amonyûmê ya berpirsiyarê teqîna li bendera Beyrûtê ya 2020an hilgirtibû, girtin.

Girtina Grechushkin nêzîkî pênc sal piştî ku dadwerekî lêpirsînê yê Lubnanî du fermanên girtinê yên Interpolê ji bo wî û kaptanê keştiyê, Boris Prokoshev, derxist, pêk tê. Rayedara diyar kirin ku Beyrûtê dest bi amadekirina kaxezên fermî kiriye da ku daxwaza radestkirina wî bike, û heke ev yek bi ser nekeve, dibe ku lêpirsînerên Lubnanî biçin Sofya da ku li wir wî lêpirsîn bikin.

Çavkaniyan ragihand ku Grechushkin, ku hemwelatiyê Qibrisê ye jî, hefteya borî li Balafirgeha Vasil Levski ya paytexta Bulgaristanê, piştî vegera wî ji Qibrisê, hate girtin.

Teqîna 4ê Tebaxa 2020an yek ji mezintirîn karesatên ku li Libnanê qewimî bû, ku di encamê de herî kêm 218 kes hatin kuştin, zêdetirî 6,000 kesên din birîndar bûn, beşek mezin ji paytextê wêran bû û bi milyaran euro zirar çêbû.

Tevî ku pênc sal di ser bûyerê re derbas bûne jî, ti berpirsên Lubnanî nehatine mehkûmkirin, û lêpirsîna dadwerî ji ber aloziyên siyasî hîn jî rawestiye. Di Tîrmeha borî de, Dadwer Tarek Bitar hejmarek berpirsên siyasî û ewlehiyê yên payebilind gazî kir û soz da ku ji bo girtina dosiyê û hesabpirsîna kesên têkildar, gav bavêje.

Bi destpêkirina erkdarkirina Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun û Serokwezîr Newaf Selam di destpêka vê salê de, hikûmeta nû pabendbûna xwe ya temamkirina lêpirsîna teqînê û hesabpirsîna ji berpirsiyarên yek ji karesatên herî xirab ên dîroka nûjen a Lubnanê piştrast kir.

Mijarên Girêdayi

Back to top button